Doza Encu yê HDP’î hat dîtin 2017-10-17 14:20:00 ŞIRNNEX - Doza parlamenterê HDP’a Şirnexê Ferhat Encu ya bi îdîaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî “Propagandaya rêxistinê kirin” hatî vekirin, hat dîtin.    Li nevçeya Hezexa Şirnexê di dema qedexeya derketina derve ya 31’ê Adara 2016’an de, bi îdîaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî “Propagandaya rêxstinê kirin” derbarê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Ferhat Encu de doz hat kirin. Rûniştina dozê îro hat dîtin.    Encu, ji Girtîgeha Kandirayê bi Pergala Înformatîk a Dîmen û Deng (SEGBÎS) tevli doza li Dadgaha Cezayê Eslî ya Hezexê hat dîtin, bû. Encu, sûcdariyên têkildarî xwe qebûl nekir. Doz taloqî 26’ê Çileya 2018’an hat kirin.