Hunermend Hozan Canê hat girtin 2018-06-26 21:24:03   EDÎRNE - Hunermend Hozan Canê ku ji bo tev li xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bibe çûbû Edîrneyê, pêşî hat binçavkirin û paşê hat girtin.    Welatiya Almanyayê hunermend Hozan Canê, ku ji bo xebatên hilbijartinê yên HDP'ê çûbû Edîrneyê, li navçeya Enezê hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Canê bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Ceza ya Sulhê ya 1'emîn a Edîrneyê hatibû kirin. Dadgehê bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" Canê girt.    Ji bo îdiaya navborî wekî hincet fîlmê "Fermana Şengalê ya 74'an" ku Canê hem derhênerê wê hem jî lîstikvana wê ya sereke bû û di sahneyek fîlm de çek di dest de bû, di çenteyê wê de hatiye dîtin hat nîşandan.    Canê şandin Girtîgeha Edîrneyê.