Şevket Sayginê 61 salî li girtîgehê mir 2018-06-26 20:17:42   GUMUŞHANE – Şevket Sayginê 61 salî ku di Girtîgeha Tîpa  E ya Gumuşhaneyê de dime, mir. Hat îdiakirin ku Saygin krîza dil derbas kiriye û miriye.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê, Şevket Sayginê 61 salî mir. Hat îdiakirin ku Saygin li girtîgehê nerihet bûye û dema wî rakirine nexweşxaneyê li nexweşxaneyê ji ber krîza dil miriye. Hat hînbûn ku Saygin hikumxwaribû, lê belê nehat hînbûn ka çend sal in di girtîgehê de ye.    Hat hînbûn ku malbat ji bo cenazeyê Saygin wergire ketiye rê.