Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin 2025-07-02 09:53:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî agirbesta di navbera Îsraîl-Îranê de, zextên li ser Kurdan zêde bûn. Rojnameger Hîva Zarîe diyar kir ku rejîm hewl dide bi tepisandina daxwaza xweseriyê ya Kurdan re pêşî li ber serhildanê bigire. Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ku di 13’ê Hezîranê de dest pê kir, di roja 12’an de bi agirbestê biencam bû. Piştî agirbestê, zextên rejîmê yên li ser gel zêde bûn. Hem di dema şer de hem jî piştî şer bi sedan Kurd, Beluc û aktîvîstên jin hatin girtin û li nêzî 20 girtiyên siyasî jî bi îdiaya “Hevkariya bi Îsraîlê re” cezayê îdamê hate birîn.    Rojnameger Hîva Zarîe ku li herêmê rojnamegeriyê dike, têkildarî zextên rejîmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ZEXTA LI KURDISTANÊ ZÊDE BÛ   Rojnameger Hîva Zarîe anî ziman ku zext û cihêkariyeke zêde li ser Kurdan heye û wiha got: “Piştî şerê 12 rojan ê Îran û Îsraîlê, Îranê careke din li dijî herêmên Kurdan pêla zextan da destpêkirin. Gelek rêxistinên mafan ên li Îranê, raxistin ber çavan ku binçavkirin û girtinên li dijî Kurdan zêde bûne. Rejîm, bi vê helwestê hewl dide li herêmê ‘rewşa ewlehiyê’ bide rûniştandin. Ev zextên ser Kurdan tenê bi binçavkirinan bisînor nînin. Her wiha li bajarên Kurdistanê noqteyên ewlehî û kontrolê hatin danîn, dewriyeyên sivîl zêde bûn. Bêyî biryarên dadgehê girtin çêdibin. Rejîmê li vir rewşekî tirsê û terorê ava kir. Van kiryaran, careke din zext û cihêkariya Komara Îslamî ya li dijî Kurdan rexist pêş çavan.”    'DAXWAZA XWESERIYÊ TÊ ÇEWISANDIN’   Bi domdarî Hîva Zarîe bi lêv kir ku zexta Îranê ya li ser Kurdan bêyî şerê bi Îsraîlê re hebû û wiha pê de çû: “Rejîm, her tim daxwaza xweseriyê ya Kurdan weke gefekê dibîne. Ev daxwaza Kurdan, bi bombebarankirina bajaran, zêdekirina zexta leşkerî û bi înfazên komî hate tepisandin. Bi dehan salan ev nêzîkatî hebû û bi hinceta ewlehiya neteweyî jî piştî şer ev zêdetir kirin. Li gorî raporan, zêdetirî 300 Kurd bi îdiaya ‘hevkariya bi Îsraîlê re’ û ‘xebatên li dijî ewlehiya neteweyî’ hatine girtin. Weke mînak; li Seqizê du birayên bi navên Mîlad û Hadî Rahîmî bêyî biryara dadgehê hatin girtin û kes nizane ka li ku ne yan jî dijîn an na. Her wiha li Urmiyeyê kesên mîna Idrîs Alî û Rasoul Ahmet Rasoul bi îdiayên sûcên bêbingeh hatin înfazkirin. Ev jî nîşan dide ku dixwazin înfazan weke amûra tirsandinê bi kar bînin.”    TIRSA REJÎMÊ: SERHILDANA KURDAN    Hîva Zarîe destnîşan kir ku rejîma Îranê ji gelê Kurd ditirse û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rejîm, ji rabûrdiya berxwedana sivîl û siyasî ya Kurdan ditirse û bi fikare ku Kurdistan dîsa bibe navenda protestoyan. Gelek çavkaniyên li Îranê nivîsandin ku rayedarên ewlehiyê yên Îranê ji ber ‘serhildaneke li herêmên Kurdan’ bifikar in.”   ‘ARMANCA VEŞARTINA TÊKÇÛNA LEŞKERÎ YE’    Di berdewamê de Hîva Zarîe anî ziman ku yek ji sedemên din a zextên ser Kurdan jî bêzarkirina muxalefeta civakî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi îdiayên bêbingeh ên weke ‘sîxûrtiya ji Îsraîlê re’ dixwazin zextê li aktîvîstan bikin û civakê bêzar bikin. Rejîm, bi van sepanên xwe dixwaze têkçûna xwe ya leşkerî û krîza aborî ji raya giştî re veşêre. Rejîma Îranê ku di şerê 12 rojan de windahiyên mezin da, bi zêdekirina ‘gefên navxweyî’ re dixwaze dîsa hêza xwe komî ser hev bike.”    'DIVÊ DAXWAZÊN KURDAN BÊN QEBÛLKIRIN’    Hîva Zarîe diyar kir ku polîtîkayên cihêkar ên rejîmê yên li dijî gelan zirarê didin aştiya navxweyî û got: “Polîtîkayên zextê yên Komara Îslamî yên li dijî Kurdan ne tenê binpêkirineke giran a mafên mirovan e, di heman demê de parçebûna etnîkî û bêîstîqrariyê jî kûrtir dike. Divê rejîm daxwazên rewa yên Kurdan qebûl bike. Li şûna bersiva van daxwazan bide, bi milîtarîzekirina herêmên Kurdan re rageşiyê zêde dike. Ev nêzikatî, ne tenê Kurdan lê li seranserî Îranê aktîvîstên civaka sivîl, rojnameger û profesorên zanîngehan jî hedef digire. Ev sepan nîşan didin ku rejîm ji protestoyan ditirse.”    'DIVÊ ZEXTA NAVNETEWEYÎ WERE KIRIN’   Hîva Zarîe, axaftina xwe wiha qedand: “Rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî divê zextê li Îranê bikin da ku rêzê ji mafên gelên din bigire û zextan bi dawî bike. Kurd, parçeyeke neteweya Îranê ne û xwedî wî mafî ne ku azad û bêtirs xwe îfade bikin. Domandina vê polîtîkayê, ne tenê zirarê dide Kurdan, dide tevahiya gelên Îranê û îstîqrara herêmî jî.”    MA / Bêrîvan Kutlu