Koçyîgît: Li Mûşê 3 wekîl yên me ne 2018-06-26 18:42:14   MÛŞ – Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît ku li ber Lijneya Hilbijartinê ya Bajar nobeta sindoqan digire, diyar kir ku ew li ser sindoqan in û ji 4 wekîlan 3 wekîl yên wan e. Li aliyê din îtîraza AKP’ê jî didome.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mûşê ji 4 wekîlan 3 wekîl bi dest xist. Endam û rêveberên HDP'ê yên Mûşê li ber avahiya Edliyê rawestîn û nobeta xwe berdewam dikin. Piştî HDP'ê 3 wekîl derxist AKP’ê encam îtîraz kir û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar dan. HDP'ê li Mûşê 101 hezar û 831 deng stendin û hêjmara wekîlan derxist 3 yan. Nobeta rêxistina HDP’ê ya Mûşê li ber edliyê didome. Têkildarî rewşê Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit,diyar kir ku wan ji 4 wekîlan 3 wekîl stendiye û nobeta li Edliyê ya li ser sindoqan berdewam dikin. Koçyîgît, anî ziman ku AKP’ê li Navçeyên Gimgim, Melezgîrt û Xaskoyê îtîraz kiriye. Lê Lijneya Bajar îtîraza wan red kiriye. Koçyigît, da zanîn ku AKP’ê ji bo sindoqên Kop, Korkut û Navenda Mûşê jî îtîraz kirine û hêj lijneya bajar a hilbijartinê kom nebûye û wiha got: "Tevî hemû bê hiqûqî û şertên ne wek hev em ketin hilbijartinê. Gelek binpêkirinên mafan pêk hatin. Li ser vê yekê jî îtîraz dikin. Niha hewl didin wekîlê 3yemîn ji destê me bigirin. Em li vir in û em li ser sindoqan di no betê de ne. Di navbera me û AKP'ê de ferqek mezin a dengan heye. AKP dixwaze dengên ku derbas nabin bên erêkirin. Me li vir 3 wekîl derxistine û 3 wekîl yên me ne."