Celalettin Can: Parastina demokrasiyê ne sûc e 2018-06-26 15:16:14   STENBOL - 1'emîn rûniştina doza Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can û endamên HDK'ê jî di navde 16 kes jê girtî 29 kesan dest pê kir. Di danişînê de Can parastin kir û diyar kir ku li vî welatî parastina demokrasiyê ne sûc e, parastina darbekaran sûc e.    1'emîn Danişîna doza Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can û endamên HDK'ê jî di navde 16 kes jê girtî 29 kesan dest pê kir. Danişîna dozê li Kampusa Sîlîvrî pêk hat. Danişîn li 28'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Di danişinê de 16 jê girtî 13 kesên serbest bi gişti 29 kes amade bûn. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Huda Kaya, Musa Pîroglu û xizmên girtiyan amade bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyê û parastinê dest pê kir. Ewil Aktîvistê HDK'ê Can Memiş parastin kir. Memiş, dişar kir ku hemû xebatên xwe di çarçoveya xebatên partiya siyasî de meşandine, lê HDK wekî rêxistinek dijzagonî hatiye pênasekirin û wiha got: "Bi sedan hevarên HDK'ê hene. Hevberdevkê wê ji bo parlamento hatiye hilbijartin. Bi her awayi xebatên zagonî û fermî dike. Ez ji ber xebatên zagonî têm darizandin. Civinên çapemeniyê qet û qet wekî sûc divê neyên pênasekirin. Parvekirinên min ên medya civaki derxistin beramberî min. Em rastî cudakariyê hatin. Ez li Zanîngeha Mimar Sinan beşa civaknasiyê dixwînim. Ez li girtîgehê mezûn bûm. Ez di serdema perwerdehiyê de rastî astengiyan hatim û mafê min ê perwerdehiyê ji destê min hat girtin.    HDK'Ê WEKÎ KCK'Ê PÊNASE DIKIN    Endamê HDK'ê Şamil Altan jî anî ziman ku wekî HDK rêxistinek dijzagoni de di idîanameyê de cih digire û ev yek rexne kir û wiha got: HDK ji 821 delegeyên ku ji 80 bajaran kom bûn hat avakirin. Hişmendiya 'Şamil HDK’î ye û HDK KCK ye. Ger ku wisa be Şamil KCK’î ye. Ev qet ne rast e.    AYDIN BI KURDÎ PARASTIN KIR   Akdîvista Tevgera Jinen Azad(TJA) Gulistan Aydin jî parastin bi kurdî kir. Parastina Aydin bi riya werger hat zîvirandin. Aydin jî îdîayên der barê xwe de qebûl nekir û xwest bê berdan. Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can ji di danişînê de parastin kir û diyar kir ku li vî welatî parastina demokrasiyê ne sûc e, parastina darbekaran sûc e. Li Tirkiye civak li gorî hêza xwe tê hezkirin. Yên hêza wan hebe tên hezkirin û yên hêza wan tune be nayên hezkirin. Yên hêza wan tune be wekî ên din tên dîtin. Fethullah Gulen îro tê tawanbarkirin. Lê ger ku darbe bi ser ketibûya dê peqrewan bê îlan kirin. Ji 2000’an û şûnde ez bi rêyên demoratîk têkoşînê didim. Ez têkoşîna demokrasiyê didim. Ji ber vê yekê min kesên 78’an ên bûn mexdûrê 12'ê Îlonê kom kir û di riya heq û azadiyê de me xebat meşandin.    Can, ani zimanku li vi welatî divê parastina sindoqê ne sûc be.