Li Efrînê komên çekdar mal şewitandin 2018-06-26 14:53:22   EFRÎN -  Komên çekdar ên Ketîbeya El-Sultan Silêmen Şah li Efrînê agir berdan mala Muhemed Şindî û mal tev şewitî.   Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di komên çekdar Ketîbeya El-Sultan Silêmen Şah yên girêdayî OSO, ligel dizî, talan, revandin, kuştin, girtin, şewitandina bax û baxçeyan, xirakirina cugrafiya herêmê û tecewizkirinê jî, vê carê dest bi şewtandina malên gel kirin.    Komên çekdar ên Sultan Silêman li navçeya Şiyê ya girêdayê Efrînê duh êvarê avêtiye ser mala welatî Muhemed Şindî. Lê li gor agahiyan Şindî û malbata xwe berê de ji Efrînê derketibûn kes di malê de tune bû. Komên çekdar piştî talaniya malê agir berdan xanî û şewitandin.