Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin 2025-06-29 09:14:43   AGIRÎ – Li Agiriyê welatiyên ku beşdarî civîna gel a di bin navê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" hat lidarxistin bûn, bang li dewletê kirin ku li gorî ruhê pêvajoyê berpirsyariyên xwe bicih bîne.    Li gundê Seyîtxan Beg ê navçeya Xamûrê ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) di çarçoveya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ dê  li bajar 40 ‘Civînên Civaka Demokratîk’ li dar bixe û civîna ewil hat lidarxistin. Di civînê de Cîgira Hevseroka DBP'ê Narîn Gezgor, endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Mûhabet Akin, hevserokên DEM Partiyê yên Agirî û gelek welatî amade bûn.   TÊKOŞÎNA KURDAN BÛ MÎNAK   Di civîna gel de Narîn Gezgor nirxandineke kurt kir û behsa geşedanên ku ji banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin kir û wiha got: "Birêz Ocalan banga xwe ya avakirina civaka demokratîk kiribû. Got ku pêwîste gelê Kurd rêbazên xwe yên têkoşînê biguherîne. Dema ku têkoşîna azadiyê dest pê kir, gelê Kurd tê bêrîkirin. Rastî polîtîkayên qetlîam, asîmîlasyon û înkarê hatin. Gelê Kurd di pêvajoyeke bi vî rengî de têkoşîna xwe da destpêkirin û ji gelên bindest ên cîhanê re bû mînak. Lê belê Rêberê Gelan di vê qonaxê de xwest çek bên bêdengkirin û rêbazên têkoşînê bên guhertin û bi vê bangê re pêvajoyeke nû destpê kir."   Civîn bi pirsên têkildarî pêvajoya ku bi banga Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û nîqaşan berdewam kir.