180 CHP'iyan li Şirnexê îstîfa kir: Partiya me di rêya şaş de ye 2018-06-26 13:54:53   ŞIRNEX -  Rêxistina CHP'ê ya Şirnexê û 180 endamên wê ji CHP'ê istîfa kirin.    Serokê CHP'ê yê Şirnexê Mehmet Siddik Çelik li gel rêveber û endamên xwe ji CHP'ê îstîfa kir. Çelîk, diyar kir ku ji ber namzetên 24'ê Hezîranê îstîfa dikin. Çelik, anî ziman ku Serokê berê Mehmet Ugur ji bo bibe namzetê wekîl xwestiye îstîfa bike, lê navenda giştî daxwaza wan li ber çavan negirtiye. Çelîk, da zanîn ku li gel 180 endaman îstîfa dike. Çelik, anî ziman ku namzetê wan ê yekemîn Cîgirê Serokê Bajar Mehmet Ugur li aliyekî hiştine û namzetê ku navendê diyar kirine kirine namzetê yekemîn. Çelik, anî ziman ku niha navenda partiya wan di rêya şaş de ye û wiha got: "Em Serokê Bajar ê CHP'ê, Serokê Navçeyê, Serokê Baskê Jinan û Serokê Baskê jinan em bi tevahî îstîfa dikin."