HDP di girtîgehan de bû partiya yekemîn 2018-06-26 13:04:27   ENQERE - HDP di hilbijartinê de ku bû partiya mezin a sêyemîn a Tirkiyeyê, di girtîgehan de jî bû partiya yekemîn.     Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinê de ji sedî 11.7 deng girtin û bû partiya mezen a sêyemîn a Tirkiyeyê. Di girtîgehên Tirkiyeyê de jî HDP bû partiya yekemîn. Di girtîgehan de ji 493 sindoqan 84 hezar û 924 deng derktin. Ji van 84 hezar û 924 dengan 31 hezar û 420 deng ji bo HDP’ê derketin. Ji bo MHP’ê 16 hezar 360 deng, ji bo CHP’ê 15 hezar û 689, ji bo IYI Partî 9 hezar û 972, ji bo AKP’ê  5 hezar û 520 û ji bo Partiya Saadetê jî 2 hezar û 729 deng derketin. Bi vî awayî HDP di girtîgehan de bû yekemîn partî.