Li Mûglayê îdîaya ‘kesê reviya hat girtin’ 2017-10-17 13:58:01 MÛGLA – Hat zanîn ku li Mûglayê kesê bi navê Serbest Şenlîk ê digotin “reviya” li Otogara Dalaman hatiye binçavkirin.  Hatibû îdîakirin ku li navçeya Koycegîz a Muglayê 5 kesan di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye û kesek jî bombeya li ser xwe teqandiye jiyana xwe ji dest daye û kesek jî reviyaye aşkere bûbû. Hat îdîakirin ku kesên lê digeriyan ê bi navê Serbest Şenlîk îro serê sibê li Otogara Dalaman hatiye binçavkirin.    Hat zanîn ku Şenlîk ê hat binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Mûglayê.