Ji Amedê bo desthilatê bang: Gav biavêje, dawî li operasyonan bîne 2025-06-27 10:37:34 AMED - Hevberdevkê Demê yê Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz diyar kir ku divê îktîdar ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav biavêje û operasyonên leşkerî bide sekinandin.   Desthilatê, hêj gavek li hember “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara xwefesixkirina PKK’ê neavêtiye. Rexmê birayara çekdanînê, dewleta Tirk hêj êrişên xwe yên li Hêrêma Kurdistan a Federe berdewam dike. Şandeya Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê, ji bo gotûbêjkirina çareseriya pirsgirêka Kurd çûn Enqereyê û serdana partiyên li Meclisê kir. Hevberdevkê Demê yê Platforma Mahsûm Çiya Korkmaz, diyar kir ku ji roja pêvajo destpêkirî heta niha bi yek alî pêş dikeve.     Korkmaz, destnîşan kir ku dewlet bi nêzikatiyên pragmatîst tevdigere, piştî biryara xwefesixkirina PKK’ê jî hêj di operasyonên bo Herêma Kurdistan a Federe didomîne û tecrîda li Îmraliyê ranekiriye. Korkmaz, avakirina komîsyonê li Meclisê bi bîr xist û wiha axivî: “A yekemîn teqez divê operasyon rawestin. A duyemîn divê tavilê Meclis komîsyonê ava bike û xebatên komîsyonê dest pê bike. Herwiha divê di serî de mercên rêzdar Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî baş bike. Divê biryara efûyê bidin. Nexwe pêvajoya yekalî dê bibe sedema xitimandinê û dê pêşiya provokasyonan vebike. Ji bo pêşîlêgirtina divê Komara Tirkiyeyê bersiva pêvajoyê bide.”    SEROKÊ BAROYA AMEDÊ: OPERASYON PÊVAJOYÊ JEHRÎ DIKIN   Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç ê ku di nava platformê de cih girtibû, diyar kir ku pêvajo pêş dikeve lê pir hêdî didome. Guleç, bal kişand ser 10’mîn Pakêta Darazê û got: “Mixabin ev sererastkirinên darazê nabe bersiva pêvajoyê. Ji ber vê yekê mijara rewşa girtiyên nexweş û operesyon pêvajoyê jehrî dikin. Bêguman ev kiryar zirarê didin pêvajoyê, divê tavilê bên dawîkirin.”    Guleç, destnîşan kir ku divê şaredarên li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin vegerin ser erka xwe û got: “Divê Tirkiye bibe welatekî demokratîk û der barê mafên mirovan de sererastkirinên hiqûqî bike, ji dêleva berdana girtiyên di girtîgehan de girtiyên nû bên girtin ev yek ne li gorî ruhê pêvajoyê ye.”     Guleç, rave kir ku wek baroyên herêmê di hevdîtinên bi partiyên siyasî de fikarên xwe anîne ziman. Herwiha Guleç, destnîşan kir ku ger desthilat daxwazê saziyên civakî pêk bîne dê ev yek di nava civakê de baweriya bi pêvajoya aştiyê zêde bike.     ‘OPERASYON ZIRARÊ DIDIN PÊVAJOYÊ’     Guleç, diyar kir ku ji bo rêveçûna pêvajoyê divê desthilat gavên lezgîn biavêje û gavên hewce wiha rêz kir: “Tu qanûneke vê pêvajoyê nîne. Dema ku qanûnek nebe, ger pêvajo xitimî dibe ku aktorekî pêvajoyê wek demên berê, bên darizandin. Ji ber vê divê gavên ku cesareta aktoran zêde dike bên avêtin. Çekdanîn nayê wateya ku aştî pêk hatiye. Hêj operasyon didomin û mirin çêdibin. Ev pêvajo di esasê xwe de ji bo rawestandina mirinan û ya pevçûyînan hatiye destpêkirin. Rexmê ku PKK’ê biryara xwefesixkirinê û çekdanînê da, hêj operasyon tên kirin û ev yek jî zirarê dide pêvajoyê. Yek ji gavên lezgîn divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Ji bo girtiyên din ên ji doza fikên siyasî jî divê sererastkirinek bê kirin.”     MA / Mujdat Can