Ji bo bîranîna Onder turnuva û konser hat lidarxistin 2025-06-26 09:21:03   WAN - Maça fînalê ya Turnuvaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder ku ji hela Şaredariya Artemêtanê ve dihat lidarxistin, hat lîstin. Piştî maçê, li meydana navçeyê konser hat dayin.    Maça fînalê ya Turnuvaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder ku ji hela Şaredariya Artemêtanê ya Wan ve dihat lidarxistin, hat lîstin. Piştî maçê, li meydana Artêmetanê konser hat dayin. Hunermend Mûrad Demîr û Ozlem Baglayan derketin ser dike û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn.    ‘HETA DAWIYÊ JI BO AŞTIYÊ HEWL DA’   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, diyar kir ku turnuva ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder hatiya lidarxistin û got: “Heta dawiya emrê xwe ji bo aştiyê hewl da. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em hêviya wî ya ji bo aştiyê bicih bînin. Em di pêvajoyeke nû de ne. Gelê Kurd bedelên gelek giran da. Lê em îro nêzî aştî û azadiyê ne. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, keyfxweşiyên me yên bi vî rengî jî dê di nava aştî û azadiyê de bin.”    Çalakî, piştî konser û gerandina govendê bi dawî bû.