Ji Sûrê ber bi Meclîsê ve: Ez ê qewimandinên li Sûrê vebêjim 2018-06-26 10:59:07 AMED – Şahida pevçûnên li Sûrê ya ku bû parlamentera HDP’ê Remziye Tosun diyar kir ku gel bersiva qedexe û hilweşandinê daye û got: “Ez ê li Meclîsê behsa qewimînên li Sûrê bikim.”  Remziye Tosun a ji lîsteya HDP’ê ya Amedê bu parlamenter. Tosun şahida pevçûnên di serdema “qedexeya derketina derve” de li navçeya Sûrê ya Amedê qewimîn e. Tosun xwe amade dike ku li Meclîsê pirsgirêkên li Sûrê vebêje.    ‘EZ Ê QEWIMÎNÊN LI SÛRÊ YEK BI YEK VEBÊJIM’    Tosun anî ziman ku 20 sal e li navçeya Sûrê dijî û got: “Piştî qedexe û pevçûnan navçeya Sûrê ji bo min cihê wateyek cuda ye. Di qedexeyê de gelê Sûrê rastî zordestî û binpêkirina mafan ên giran hat. Ez bi qewimandinên li navçeyê re rû bi rû mam. Ez ê qewimîn û pirsgirêkên li Sûrê yek bi yek li Meclîsê vebêjim. Bi taybetî ez ê bibim dengê jinên mexdûr.”    'GELÊ SÛRÊ BERSIV DA’    Tosun destnîşan kir ku ji bo ew hesabê hilweşandina Sûra dîrokî bipirse berê xwe dide Meclîsê û got: “Tevî ku koçberiya li Sûrê jî gel bersiva da hilweşandinê. Bersiv dan terbiyekirina bi birçîbûnê. Gelê Amedê carek din hêza xwe da nîşandan.”    MA / Ozgur Paksoy