Piroglu: Qesrê serkeftina Pirusê bi dest xistiye Koçyîgît: Divê em bi lez têkevin nava seferberiyê 2018-06-26 10:58:19   STENBOL - Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Musa Pîroglu, diyar kir ku AKP'ê di hilbijartinê de sereftina Pirûsê bi dest xistiye. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît  jî diyar kir ku seferberiyek lezgîn ji bo wan pêwist e.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Musa Pîroglu û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, encama hilbijartinê nirxandin. Pîroglu, diyar kir ku hemû lîstik û manipulasyon bi destê MHP'ê pêk hatine û wiha got: Partiya MHP'ê beriya ku perçe bibe dengê wê ji sedî 10,5-11 bû. Lê piştî perçe bû bi herdu perçeyan dengê wê bû ji sedî 20. Divê ev lîstik bê ronîkirin.    ‘HILBIJARTIN NE REWA YE'    Piroglu, bal kişand ser bêdengiya piştî hilbijartinê û wiha got: “Muharrem Înce û Temel Karamanoglu piştî hilbijartinê bêdengiya xwe parastin. Tenê HDP  nerazibûn nîşan da. Ev hilbijartin ne rewa ye. Encama vê hilbijartinê nayê qebûlkirin. Kesên ku li Rojava li cem HDPê rawestiyan, ger ku ji niha û şûnde dîsa li cem HDP'ê raweste em dê vê pêvajoyê bi serkeftî derbas bikin. Rewşa AKP’ê dibişe rewşa Serkeftina ‘pirusê'. Qesrê ji bo xwe Serkeftinek Pirusê dibîne. Bi dek û dolaban ev serkeftin bi dest xist. Xwe kir mohtacê MHP’ê û ev serkeftin bi dest xist. Lê emrê wê têr nake.    Piroglu, anî ziman ku tiştekî winda kirine tune û dê têkoşina xwe ya ji bo demokrasiyê berdewam bikin û wiha got: "Li vî welatî HDP her dem navnîşana hevî û demokrasiyê ye. Niha yekîtiyek hatiye avakirin. Divê ev yekîtî bê kûrkirin. Divê bêtir kesên bindest mil bidin hev. Divê milê çem jî li cem HDP'ê cihê xwe bigirin. Divê teqez têkoşin bê navber berdewam bike."      ENCAM LI SER MASEYÊ AMADE KIRIN   Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku encama hilbijartinê berê li ser masê amade kiribûn û wiha got: "Di hilbijartinê de mudaxaleyek zêde pêk hat. Hilbijartinek adîl û demokratîk pêk nehat. AKP di bin şertên OHAL'ê de ket hilbijartinê. Bi zorê encam bi dest xist. Berê lîstik û senaryoya li ser masê amade kiribûn xistin meriyetê. Armanca kirin ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Lê bi ser neketin. Tevî hemû listikan HDP’ê dengekî zêde stend.    Koçyîgit, bal kişand ser daxuyaniyên CHP'ê jî û da zanin ku daxuyaniyên CHP'ê nakakî û pirs ava kirine û wiha got. "CHP'ê ewil daxuyanî da û piştre daxuyanî guhert. Divê em seferberiyek lezgîn bidin destpêkirin. Pêdivî bi hamleyên hîn mezintir heye.