Li 21 gundên Licê lêgerîna petrolê tê kirin: Qada me ya jiyanê tê tunekirin 2025-06-25 11:59:16   AMED - Welatiyên Liceyê bertek nîşanî lêgerîna petrolê ya li 21 gundên navçeyê dan û gotin: “Malên me, qadên me yên jiyanê talan dikin. Em lêgerînên petrolê naxwazin.”   Gundên navçeya Licê ya Amedê ku di salên 90’î de bi darê zorê hatibûn valakirin, niha jî bi xetereya talanirina di bin navê lêgerîna maden û petrolê de rû bi rû ne. Şîrketa Anonîm a Turkish Petroleum International (TPÎC) ku xwediyê wê Wekîlê AKP’ê yê Êlihê Ferhat Nasiroglû ye û şirîkê Şirîkatiya Anonîm a Peterolên Tirkiyeyê (TPAO) ye, herî kêm li 21 gundên navçeya Licê xebatên lêgerîna petrolê dike. Di Cotmeha 2023'yan de li nêzî devera Yolçatiyê şantiye danî û dest bi xebatan kir.    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin; xebatên lêgerînê li gundên Şêxan, Melê, Tute, Koçeran, Banaderan, hêz, Maz, Licok, Derxust, Cinezur,  Sîsê, Cemar,  Kerwes, Mişrif, Nênyas, Hezan, Firdevs, Comelaş, Derkam û Goma Êliqayê jî di nav de herî kêm li 21 gundan tên domandin. Li cihên petrol lê nehatiye dîtin jî qadên daristanê hatin talankirin. Li hinek herêman hejmar lê hatiye kirin û sondaj lê hatine danîn. Li herêmên keşf lê hatiye kirin jî ne tenê qadên daristanê, di heman demê de qadên jiyanê yên welatiyan jî hatine talankirin. Welatiyên ku bertek nîşanî talanê dan, diyar kirin ku rayedarên şîrketan ji wan re gotine: “Heke hûn nexwazin dawiya we jî mîna ya bapîrên we ya salên 90’î be, bêdeng bin û vê derê biterikînin.”    Şêniyên gundên herêmê jî gotin ku ew xebatên petrolê naxwazin û xwestin xebat bên sekinandin. Ji welatiyên gundê Sîsê Îsa Dagtaş, da zanîn ku gundê wan di 1993-1994'ê de ji hêla leşkeran ve hatiye şewitandin û nêzî 12 kesan canê xwe ji dest dane. Dagtaş, diyar kir ku xelkê gund ji ber komkujî û îşkenceyan gund terikandine û wiha domand: “Her yek ji wan çû herêmêke cuda. Di sala 2001’ê de destûr dan ku em ji serê sibehê saet 9’ê heta 5’ê li gund bin. Hêdî hêdî li vir dîsa jiyanek ava bû. Gundî dîsa vegeriyan. Darên xwe çandin, xaka xwe şîn kirin, bax û baxçeyên xwe xweşik kirin û dest bi mêşvaniyê kirin. Lê çi ecêbe ku em niha jî pirsgirêkên ekolojiyê dijîn. Pêvajoyeke gelek qirêjî dîsa tê meşandin. Niha jî dixwazin bi polîtîkayên eko-qirkirinê me ji vir koç bikin. Ji ber xebatên wan, darên me yên fêkî, bax û baxçeyên me hişk bûn. Mêşhingiv mirin, li vir genim çênabe û em nikarin darên fêkiyan deynin.”    'QADÊN DÎROKÎ DI BIN XETEREYÊ DE NE’   Bi domdarî Dagtaş got ku gundên wan her wiha cihên dîrokî ne û niha di bin xetereyê de ne. Dagtaş, ev tişt anî ziman: “Ji hêla ekolojîk ve pirsgirêkên cidî hene. Bila ekolojiya me texrîb nekin. Li vir mirov û ajal dijîn. Guherîna ekolojiyê dê bi xwe re bandoreke neyînî bîne. Em naxwazin bi tu awayî dest bidin xwezaya me. Em ê gundên xwe bernedin. Ji bo terka van gundan nekin me di salên 90’î de bedel da. Me heta niha tiştek ji komeleyên ekolojiyê û parastvanên hawirdorê nekir û tiştek jê nexwest lê em niha banga piştevaniyê li wan dikin da ku rê li ber vê texrîbatê were girtin.”    'OKSÎJEN NAMÎNE’   Kezîban Turan a li gundê Nênyasê dijî jî got ku di bin navê lêgerîna petrolê de gelek dar tên birîn, qadên wan ên sewalkariyê tên tengkirin û bi birîna daran oksîjena wan tê tunekirin. Kezîban Turan, wiha domand: “Oksîjen namîne, sewalên me birçî dimînin. Em naxwazin li gundê me petrolê derxînin. Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî dixwazin bi vê awayî me koçber bikin. Heke em gundî bibin yek dikarin van xebatan bidin sekinandin.”    'LI RX MALA MIN LI PETROLÊ DIGERIN’   Hasan Harman ê ji gundê Sîsê jî got ku li kêleka mala wî lêgerîna petrolê tê kirin û wiha axivî: “Li kêleka mala min li petrolê geriyan. Piştre hejmar kirin, şop li wir hiştin û çûn. Dixwazin li rex mala min petrolê derxînin. Heke petrol were derxistin dê hem mala min hilweşe hem jî tevahiya erdê min ji dest min biçe. Bi vê xebata xwe ne tenê xwezayê talan dikin, mala me jî bi serê me de hildiweşînin. Lê em ê destûrê nedin û ji malên xwe dernekevin û terka vir nekin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û vê derê pêşkeşî wan nekin.”    Abdullah Balta yê ji gundê Licokê jî da zanîn ku ew debara xwe bi sewalkariyê dike û wiha got: “Di bin navê lêgerîna petrolê de gelek dar birîn û qada sewalkariyê teng kirin. Ji lêgerîna petrolê zêdetir, rewşekî polîtîk e. Divê ev xebat bên sekinandin. Bi birîna daran ekolojiya xaka me têk dibin. Em vê texrîbata ji ber petrolê tê kirin, qebûl nakin.”    MA / Heval Onkol