Amedî: Tekane wehda rejîma yekzilamî ya ji bo kurdan şer e 2018-06-26 09:16:38 AMED - Gelê Amedê ji ber ku HDP'ê bend derbas kiriye kêfxweş e, lê belê ji ber ku dawî li rejîma yekzilamî nehatiye nerihet in. Şêniyên bajêr anîn ziman ku tekane weada vê rejîmê ya ji bo kurdan şer e û ber bi serdemeke ku dê demokrasî bi paş ve biçe ve diçin.  Di hilbijartina 24'Ê Hezîranê de HDP'ê li Amedê ji sedî 65.5 deng girtin û AKP'ê ji sedî 21.5 deng girtin. HDP'ê li Amedê 9 parlementer şandin meclîsê, AKP'ê jî 3 parlementer. Amediyan hilbijartinê nirxand.   ‘TEKANE WEADA REJÎMA YEKZILAMÎ YA JI BO KURDAN ŞER E'    Şêniyê bajêr Zubeyîr Aydin diyar kir ku herkes dizane ku hiblijartinê di nêvengeke adil de pêk nehatiye û got: "Di bin navê demokrasiyê de gel hatin xapandin. Rewşa welat qet nebaş e, lê belê hîn jî bawer nakim ku çawa evqas deng girtine. Tekane tişta ku ev rejîm bide me şer û çewisandine. Çimkî tekane weada rejîma yekzilamî ay ji bo kurdan şer e."   Welatiyê bi navê Remzî Yaprak jî destnîşan kir ku dê bi van encamên hilbijartinê demokrasiya li welat bi paş ve biçe. Yaprak, diyar kir ku heq û hiqûq ber bi rejîma yek zilamî ve çûye û ev jî cihê şik û gumana ye. Yaprak got: "16 sal in AKP îktîdar e. Gelek maf hatin binpêkirin. Di salên dawî de pergala daraz û qanûnçêkirinê bi dest xistin û êdî civak bêhnê nastîne. Yanî ji sedî 50'yê welat vî zilamî naxwaze û vê yekê di sindoqê de got. Bawer nakim encamên sindoqan ev bin. Ez taksîvan im, dema bi hevalekî xwe re diaxivim xwe azad hîs nakim. Çimkî AKP yozbûyîneke ehlqaiyî di civakê de afirandiye. Ev rejîm rejîma yekzilamî ye. Di warê maf û azadiyan de tu hêviya min tune ye."    Esnaf Ahmet Tarhan jî, diyar kir ku ji ber HDP'ê bend derbas kiriye kêfxweş in, lê belê hîn jî bawer nakin ku çawa AKP bi ser ketiye. Tarhan, anî ziman ku bi salan e zilm li kurdan tê kirin û got: "Kî tê serî dibêje ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim. Ev xapandin e. Duh hilbijartin pêk hat, lê bawer nakim ev hilbijartineke şefaf be. Tu hêviya min ji Tayyîp Erdogan tune ye."    ‘ESNAF TU KARÎ NAKIN, HÊVIYA ME TUNE YE'    Esnaf Huseyîn Yilmaz jî diyar kir ku ew bawer nakin ku dê hilbijartin bi awayekî erênî jiyana wan biguherîne û got: "Du sal in em esnafên bazarê tu tiştî qezenc nakin. Em diçin ji sedî 3 KDV'ê didin û mal tînin bazarê. Lê belê mal nayê firotin. Çimkî di bêrîka gel de pere tune ye. Bi kurt û kurmancî hêviya me tune ye, rewşa me li ber çava ye."    ‘HER TIŞT KIRIN'    Esnaf Evren Koçak jî, diyar kir ku krîza aborî heye lê li hemberî vê xwe li nedîtinê datînin û got: "Min dixwest rêveberiyeke ku pirsgirêkan qebûl ike bê, lê tiştê mirov dixwaze tim pêk nayê. Ji bo bên serî her tişt kirin. Nexwe bila pirsgirêkên heyî çareser bikin."    Esnaf Garîp Orhan jî diyar kir ku tu fêdeya rejîma yek zilamî ji bo gel tune ye û di demên dawî de gelek pirsgirêk rû dane lê belê kes dengê wan nabihîse.