Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Çîçek hat berdan 2018-06-25 17:15:33   STENBOL - Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek û 8 HDP'iyên din ku girtî dihatin darizandin serbest hatin berdan.    Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Cengîz Çîçek ku beriya 1'ê Gulanê hat girtin û piştre Namzetê HDP'ê yê Wanê hatibû nîşandan, tevî 10 kesên din dihat darizandin. Danişîna Çîçek kesên din li 23'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Piştî Çîçek û 8 HDP'iyên îfade dan û parastin kirin heyeta dadgehê der barê wan de biryara tahliyeyê da. Hevserokê HDP'ê yê Gungorenê Omer Ozkan jî nehat berdan.    Kesên ku hatin berdan wiha ne: Cengiz Çiçek, Gonul Karaman, Gulsimet Onal, Halît Îpekyüz, Kazım Kose, Keziban Bulak, Mehmet Emin Kiliçarslan, Yusuf Kesik û Yuksel Seyitvan.