Ji Gundê Xerabê Bava HDP'ê ji sedî 91 deng derxist 2018-06-25 17:14:56   MÊRDÎN - Li Gundê Xebarê Bava ye Navçeya Nisêbînê ku leşkeran 19 rojan dorpêç kir û îşkence bi welatiyan kir, HDP 181 deng û AKP'ê jî 8 deng derxist.      Li Gundê Xerabê Bava yê Navçeya Nisêbînê ku leşker û tîmên taybet bi ser gund de girt û ji 11'ê Sibatê heta 2'ê Adara 2017'an ketin û derketin qedexe kir, HDP'ê ji sedî 91 deng derxist. Li gundê ku welatî rastî îşkenceyê hatibûn û di şer de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn HDP di hilbijartina 24'e hezîranê de bû partiya yekem. Li gundê Xerabê Bava 196 hilbijêr çûn ser sindoqê û HDP 181, AKP jî 8 deng derxist. Li herêmê 9 rojan qedexe hatibû îlankirin. 6 xanî hatibûn xerakirin.   Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) sindên gundê Telatê jî sewqî gundê Dalliagaçê kirin û welatiyên Telatê hatin li gundê Dalliagacê dengê xwe dan. Di sindoqên gundê Dalliagaçê de jî ji HDP’ê re 232 û ji AKP’ê re jî 57 deng derketin.