Li Îranê bi pileya 5,1’ê erdhej çêbû 2025-06-22 14:43:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê bi pileya 5,1’ê erdhejek çêbû.    Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku li Îranê bi pileya 5,1’ê erdhej çêbûye. Hat ragihandin ku ji ber erdhejê, bajarên Tehran, Kerec, Demavend û Kumê hejiyane. Hat diyarkirin ku erdhej, li 37 km’an li başûrêrojavayê bajarê Semnanê, di 10 km’an di bin erdê de çêbûye.    Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê got ku edhej bi pileya 5,2’yê çêbûye.    Ajansa fermî ya Îranê IRNA’yê jî got ku kesek di edhejê de birîndar nebûye û tenê xisar gihiştiye malekê.