Li Bazîdê ku peykerê Xanî xera kirin HDP bû partiya yekemîn 2018-06-25 15:57:02   AGIRÎ - Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê ku Qeyûmê peykerê Ehmedê Xanî xera kir, HDP'ê ji sedî 79.05 deng stend. Gelê Bazîdê diyar kirin ku ev bû bersîva rakirina Ehmedê Xanî.      Duh hilbijartina 24'ê Hezîranê ya Serokomarî û Parlamenteriyê bi encam bû. Piştî encamên hilbijartinê yên ne fermî diyar bû rêyeyên dengan jî derket holê. Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê ku Qeyûmê peykerê Ehmedê Xanî xera kir, HDP'ê ji sedî 79.05 deng stend. Gelê Bazîdê diyar kirin ku ev bû bersîva rakirina Ehmedê Xanî. Bi taybetî piştî Qeyûmê ku tayînî şûna Hevşaredraan kir û peykerê Fîlozofê kurd Ehmedê Xanî xera kir, berteka gel zêde bûbû. HDP'e li Bazîdê ji sedî 79.05 deng stend û bû partiya yekemîn. AKP'ê ji sedî 15 deng stend.