Mizrakli: Kurdan ji polîtîkayên AKP’ê re got ‘na’ 2018-06-25 14:56:50   MED – Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Selçuk Mizrkli da zanîn ku HDP rastiya siyaseta Tirkiyeyê û got: “Gelê kurd bi encamên hilbijartinê ji pêkanînên 3 salên dawî yên AKP’ê re got ‘na’ û bersiva xwe da.”     Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Selçuk Mizrakli encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê nirxand. Mizrakli diyar kir ku xebatên hilbijartinê ne bi şeklek adil û wekhev pêk hatin û got: “Hilbijartin di navbera dewlet û muxalefetê de pêk hat. Derfetên muxalefetê yên hilbijarinê kêm bûn. AKP’ê jî hemû derfetên dewletê bikar anî û jê sûd wergirt. Gelê kurd bi encamên hilbijartinê ji pêkanînên 3 salên dawî yên AKP’ê re got ‘na’ û bersiva xwe da.”    ‘GELÊ KURD JI POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê RED KIR’    Mizrakli anî ziman ku hilbijartinek bi guman pêk hat û got: “Gelên herêmê polîtîkaya zordest a AKP’ê red kir. Em ê daxwaza sîyasî ya gelê kurd û Tirkiyeyê birêve bibin. Em ê hemû rêyên siyaseta demokratîk bikar bînin û carek din jî derket holê pêwîste li dijî rejîma yek zilamî bê rawestandin. HDP di siyaseta Tirkiyeyê de rastiyek e. Bersiva Serokomar Erdogan ê digot ‘pirsgirêka kurd nîne” jî hat dayîn. Li Amedê HDP û xeta azadîxwaz carek din bi nûnertiyek mezin bi ser ket.”