Şiroveya siyasetmedarên Ewropa: Demokrasî ketiye talûkeyê 2018-06-25 11:49:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarên li Ewropa encama hilbijartina li Tirkiye nirxand û diyar kirin ku li Tirkiye demokrasî ketiye talûkeyê. Siyasetmedaran anîn ziman ku Erdogan gotina xwe ya "Demokrasî tramvay e. Heta ku cihê tu biçe diçe jê peya dibe." pêk anî.      Li Tirkiye encama hilbijartina 24'ê Hezîranê ya ne fermî aşkere bû. Siyasetmedarên li Ewropa encama hilbijratina li Tirkiye nirxandin. Li gorî nûçeya DW Tirkî siyasetmedarên li Ewropa diyar kirin ku bi vê encamê demokrasiya Tirkiye bêtir ketiye talûkeyê.    DAGDELEN: NE AZAD Û NE JÎ ADÎL E    Wekîla Serokê Koma Partiya Çep a Almanya Sevim Dagdelen, encama hilbijartina li Tirkiye ya Serokomarî û Parlamenteriyê nirxand. Serokê Koma Dostaniyê ya Navbera Parlamentoyê ya Alman û Tirk a Meclîsa Federal Dagdelen, ji bo hilijartinê got "Ev hilbijartin ne adîl e û ne jî azad e.  Beriya hilbijartinê bi nûçeyek manipulasyonê Erdogan, gihişt hedefa xwe ya otoriter a pergala Serokomariyê. Dagdelen got: "Tirsa ku Erdogan Tirkiye ber bi pêvajoyek xerabtir de bibe zêde ye.    CEM OZDEMîR: DIBE KU ERDOGAN DEST JI ÎKTÎDARÊ BERDE   Hevserokê Giştî yê Partiya Keskan Cem Ozdemir jî Tirkiyên li Almanya yên beriya encama hilbijartinê diyar bibe serkeftina hilbijartinê pîroz kir rexne kir û got: "Alîgirên Erdogan ên ev pîrozbahî pêk anîn, tenê pêşandana kêfxweşiya otokratan nake. Di heman demê de demokrasiya liberal jî red dikin. HDP ji sedî 10 bend derbas kir. Encamek baş stend. Ev nîşan dide ku êdî gel ji tirsa Erdogan natirsin. Gelek mirov ji rejîma tirsê ya Erdogan of bûne. Ger ku ev hilbijartin adîl pêk hatibûya dibû ku Erdogan dest ji vê îktîdarê berdaya. Divê êdî CHP û HDP rejîmê bêzar bike û rohahiya demokrasiyê li Tirkiye zêdetir bikin.    WEİDEL: TEVGERA MERKEL ŞERM E    Serokê Koma Meclîsa Partiya Alternatif a ji bo Almanya populist a  Rast (AfD), Alice Weidel jî bertek nîşanî encama hilbijartina Tirkiye da. Weidel, diyar kir ku li Tirkiye di bin talûkeyê de ye. Parlamentarizm û  demokrasî di bin talûkeyê de ye. Tayyip Erdogan çend sal berê di axatina xwe de gotibû: "Demokrasî tramvay e. Heta ku cihê tu biçe diçe jê peya dibe." ev talûke ye. Nifûsa Osmaniya Nû dê zêdetir bibe. Seroka Alman Angela Merkel her dem piştgiyiyê dide Tirkiye. Ev rewşa şermê ye."