Li Bûrsayê 2 karkerên çandiniyê di qezayê de mirin 2018-06-25 10:44:22   BÛRSA - Li Bûrsayê karkerên çandiyê yên bi kamyonetê diçûn kar, kamyoneta wan qeza derbas kir. Di qezayê de 2 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan. 41 karker jî birîndar bûn.    Li Bûrsayê karkerên demsalî yên bi kamyonê diçûn kar, kamyona wan qeza derbas kir. Di qezaya kamyonê de 2 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan û 41 karker jî birîndar bûn. Di saetên serê sibê de dema karker diçûn komkirina fazûleyan, kamyonet ji rê derket û ket şerenboê. Di qezayê de 2 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan û 41 karker jî birîndar bûn. Karkerên birîndar bûn bi ambulansan şandin nexweşxaneyên Yenişehir û Înegolê yên Bûrsayê.