HDP dê raporê amade bike 2018-06-25 10:16:12   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, têkildarî encamên hilbijartinên 24'ê Hezîranê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan diyar kir ku li ser binpêkirina mafê dengdanê û zext û zordariyê, dê raporekê aşkere bikin û got: "Ji ber manîpulasyonên Ajansa Anadoluyê, daxuyaniyên li ser encamên ne fermî tên dayin dûrî ji rastiyê ye. "    Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, piştî encama hilbijartinê ya ne fermî ya 24'ê Hezîranê diyar bû li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, di civînê de bal kişand ser hîle û lîstikên hilbijartinê û wiha got: "Ji ber manîpulasyonên Ajansa Anadoluyê, daxuyaniyên li ser encamên ne fermî tên dayin dûrî ji rastiyê ye. Encamên sindoqan hîn bi temamî negihîştine YSK'ê. Îtirazên me neqediyane. Wezîfedarên me ji bo zelalkirina encaman dişopînin. Ji bo eşkerekirina binpêkirina mafê dengdanê têkoşîna me didome."   ŞERT Û MERC NE WEKHEV BÛN   Buldan, da zanîn ku namzet wan ê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş di nava şert û mercên newekhev û neadîl de li girtîgehê kampanyaya hilbijartinê meşand û tevî vê yekê jî li dijî wî bi her awayî kampanya reşkirinê hate meşandin. Buldan diyar kir ku li gel vê yekê jî Demîrtaş di rêza sêyemîn de cih girt û ev yek nîşan dide ku gel pê bawer e û jê hez dike. Buldan destnîşan kir ku dengên Demîrtaş girtine ji yên hatine aşkerakirin zêdetir e û diyar kir ku ya ku piştî vê encamê divê were kirin, berdana Demîrtaş e.   JI BO HDP'Ê DI BIN BENDÊDE BIHÊLIN XEBITÎN    Pervîn Buldan anî ziman ku hilbijartin di nava şert û mercên OHAL'ê de hatiye kirin û Serokê AKP'ê Erdogan û hemû nûnerên wî, ji bo HDP di binê bendê de bihêlin bi hemû derfetên dewletê xebitîne, ambargoyeke giran a medyayê danîne ser HDP'ê û zextên giran li wan kirine. Buldan destnîşan kir ku tevî van hemûyan jî HDP ji bendê derbas bûye û li parlamentê bûye partiya sêyemîn a mezin. Bûldan wiha axivî: "Lê belê dengê me ji dengê ku niha li ekranan xuya dike, zêdetir e. Bi dek û dolaban, deng û keda me hatiye dizîn. Em ê vê rewşê bişopînin. Encamên hilbjartinê nîşan dane ku gelên Tirkiyeyê destnîşan kiriye ku rejîmeke parlamenter bêyî HDP'ê, têkoşîneke demokrasî û edaletê bêyî HDP'ê nabe. Gelan diyar kiriye ku aştî, demokrasî, jiyana azad û pirrengî bêyî HDP'ê nabe."   Buldan da xuyakirin ku kesên deng dane wan, bi rengekî vekirî destek dane rejîmeke xurt a parlamenteriyê, demokrasiya herêmî ,serweriya hiqûqê, serwer û bêalîtiya dadgeriyê, welatekî bêyî OHAL'ê û ev nirxandin kir: "HDP'ê mesaja dengdêrên xwe girtiye û di çarçoveya vê mesajê de bi biryardarî têbikoşe."   Pervîn Buldan da zanîn ku ji îro û pê ve wê desteyên xwe yên rayedar bicivînin û karê hilbijartinê binirxînin. Bûldan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê li ser binpêkirina mafê dengdanê û zext û zordariya hatiye kirin raporekê bi raya gitşî re parve bikin. Em ê polîtîkaya xwe ya ji bo dema bê eşkere bikin."     Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî bersiv da pirsên rojnamevanan û got, "Em li vê derê xwedî li îradeya hemû welatiyên xwe yên deng dane, derdikevin. Em careke din bang li hemû hevalên xwe yên li saziyên pêwendîdar dikin. Em ê xwedî li sindoqan derkevin, bibin çavdêrê hemû pêvajoyan û heta encam diyar bibe em ê nobeda demokrasiyê bigirin." ENQERE