Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê di 19’ê Hezîranê de biçin Sîlîvriyê 2025-06-17 13:14:21 ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê di 19’ê Hezîranê de biçin Girtîgeha Sîlîvriyê û serdana Ekrem Îmamoglû û Bekir Kaya û siyasetmedarên din bikin.    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Rêveberên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tiryakî dê di 19’ê Hezîranê de biçin Girtîgeha Sîlîvriyê û siyasetmedarên girtî ziyaret bikin.    Kesên ku şandeya DEM Partiyê dixwazin pê re hevdîtinê bikin ev in: Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekir Kaya, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan, Wekîlê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay û rojnameger Ercument Akdenîz, Halîl Aksoy, Nesîmî Aday û Ahmet Saymadî.   Serdan dê ji saetên serê sibehê ve dest pê bikin û tê payin ku di tevahiya rojê de bidome.