AKP-MHP'îyan êrîşî avahiyên HDP'ê kirin 2018-06-24 23:59:59   STENBOL - Komên endamên AKP-MHP'ê li Stenbol û Enqereyê li dijî avahiyên HDP'ê êrîş pêk anîn. Di êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ya Umraniye de 11 kes di avahiyê de asê man.      Komên ku endam û hevkarên AKP MHP'ê ne, li navçeyên Sultangazî, Esentepe, Sultanbeylî, Umraniyê li dijî avahiyên HDP'ê êrîş pêk anîn. Disa li dijî avahiya HDP'ê ya Navçeya Keçîoran a Enqereyê jî êrîş pêk anîn.    Komên nijadperest li taxa Gazî ya Sultanazî girseya HDP'ê ku pîrozbahî pêk anîn rastî êrişa polîsan hat. Di pîrozbahiyê de polîsan bi ava şid û bombeyên gazê mudaxale kir. Girseya ku li ber avahiya HDP bû kobûna xwe didomine.  Li buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya Esentepe jî endamên AKP'ê êrîş pêk anîn. Di bûyerê de welatî birîndar bûn. Li qada bajar a Sultabeylî jî komên endamên AKP-MHP'ê êrîşî avahiya HDP'ê ya Sultanbeylî kirin.  AKP'î û MHP'îyan li dijî avahiya HDP'ê ya Umraniyê jî êrîş pêk anîn û 11 HDP'î di avahiyê de asê man. Li navçeya Esenyurt jî piştî êrîşî avahiyê kirin camên avahiyê hatin kişandin.      Li Enqereyê jî komên girêdayî AKP û MHP'ê li dijî avahiya HDP'e ya Keçîorenê êrîş Pêk anîn.