Encama hilbijartinê ji qemûman re got na 2018-06-24 23:17:29   ENQERE – Li gorî daneyên ne fermî li bajarên ku AKP'ê qeyûm tayîn kiribû, HDP partiya yekem derket.    Li gori daneyên ne fermî yên hilbijartinê, li bajarên kurdan ku AKP'ê bi pêkanînên OHAL û KHK'ê qeyûm tayînî şaredariyan kir, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) partiya yekem derket. Li bajarên kurdan ên Şaredariyên Bajarên mezin di destê wan de Amed ji sedî 65.3, Mêrdîn ji sedî 60, Wan ji sedî 59 û Êlih ji sedî 62.4, Colemêrg 69.3, Sêrt ji sedî 51.4, Dêrsim ji sedî 51,1, Agirî ji sedî 62.04 û Şirex ji sedî 70.2 HDP bû partiya yekemîn.