Li Êlih û Geverê mudaxaleyî pirozbahiyê kirin 2018-06-24 22:13:02   COLEMÊRG/ÊLIH - HDP'ê piştî benda hilbijartinê derbas kir li Amed, Êlih, Colemêrg, Agirî û gelek bajarên din bi tevlêbûna sedhezaran gel daket qadan û pîrozbahî pêk anîn. Piştî gel serkeftina HDP'ê pîroz kir, li Gever û ÊLihê polîsan mudaxaleyî girsê kir.    HDP'ê piştî bend derbas kir, gel li gelek bajaran daket kolanan û dest bi pîrozbahiyê kirin. Li  Amed, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Wan, Agirî, Qers, Riha û gelek bajarên din bi sed hezaran gel daketin qadan û serkeftina HDP'ê piroz kirin. Piştî gel derket kolanan û pîrozbahî pêk anî, Polîsan li Kolana Cengiz Topel a Geverê mudaxaleyi girsê kirin. Gelek kes hatin binçavkirin. Polisan di mudaxaleyê de gaza îsotê û bombeyên gazê avêt nava girsê. Pevçûnên li kolanan didomin. Hat diyar kirin ku di bûyerê de kesên birîndar bûne jî hene.    LI ÊLIHÊ JÎ MUDAXALEYÎ GIRSEYÊ KIRIN   Li Êlihê jî piştî serkeftina HDP'ê, girse derket kolanan û pîrozbahî pêk anîn. Bi deh hezaran gel li qadan serkeftina HDP'ê pîroz kir. Piştî pîrozbahiyê, polîsan bi bombeyên gazê û gaza îsota mudaxaleyî girsê kir. Dema bi sedan maşîn derketin tûra bajar, li Qada Turgut Ozalê polisler, bi gaza îsotê mudaxale kir. Tevî mudaxaleya polîsan pîrozbahî didome.