Li Roboskî HDP û Demîrtaş rekor şikand 2018-06-24 20:49:31   ŞIRNEX - Li Gundê Roboskê ku balafirên şer welatî bombe kiribûn û 19 jê zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest dabû, encama sindoqan diyar bû. Di encama hilbijartinê de HDP û Namzetê Serokomariyê Selahattin Demirtaş rekor derbas kir.    Li Gundê Roboskê yê Şirnexê ku balafirên şer di 28'ê Mijdara 2011'an de bombe barandibû û 19 jê zarok 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû, encam hilbijartinê diyar bû. Li gorî tevahiya sindoqan vebû Partiya Demokratîk aGelan (HDP) û Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê bû yekemîn. Li gorî rêjeya dengan ya Roboskî    Di encama jimartina dengên Serokomariyê de:    Selahattin Demirtaş: 1200   Recep Tayyip Erdogan: 237   Muharrem Înce: 101   Temel Karamollaoglu: 12   Dogu Perinçek: 1   Meral Akşener: 18   Di jimartina dengan a wekîlan de:    HDP: 1231   AKP: 179   CHP: 67   Partiya Saadetê:  10   Partiya ÎYÎ: 21   Partiya Hur Dava: 0   Vatan Partisi: 0   MHP: 75