Di sindoqa Demîrtaş de HDP bû yekem 2018-06-24 20:23:24   ENQERE – Di sindoqa ku Namzetê Serokomariyê Selahattin Demirtaş lê dengê xwe avêt, Namzetê CHP'ê Muharrem Înce bû yekem. Di hilbijartina parlamenteriyê de HDP bû yekemin.    Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrne ku namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş lê girtî ye, li sindoqa hêjmar 9903 encama sindoqan diyar bû. Di hilbijartina serokomariyê de Namzetê CHP’ê Muharrem Înce bû yekemîn. Namzetê Recep Tayyip Erdogan (0) deng stend. Namzet Muharrem Înce 87, Selahattin Demirtaş 35, Temel Karamollaoglu 3, Meral Akşener jî 37 deng stend.    Di parlamenteriyê de jî HDP bû partiya yekemîn. HDP’ê 94 deng stend. AKP’ê (0), CHP 31, Partiya İYİ 31, Partiya Saadetê 2, MHP 1, Hur Dava 1 deng stend.