Li Amara HDP û Demirtaş bûn yekemîn 2018-06-24 19:57:59   RIHA - Li Gundê Amara ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye encama sindoqan diyar bû. Li gorî encamê HDP û Demirtaş bi ferqek zêde ket pêş partiyên din.    Li Gundê Amara yê Xalfetiya Rihayê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bû encama  sindoqan diyar bû. Li gorî encama sindoqan HDP û Namzetê Serokomariyê Selahattin Demirtaş bûn yekemîn. Encama sindoqên li Amara HDP 199 û Demirtaş 174 deng stendin.    Rêjeya dengên Serokomariyê wiha ne:    Selahattin Demirtaş: 174 Recep Tayyip Erdoğan: 68 Muharrem Înce: 26 Temel Karamollaoglu: 2 Dogu Perinçek: 2 Meral Akşener: 1 Ne derbasdar : 8    Rêjeya partiyan a Parlamenteriyê:    HDP: 199 AKP: 49 CHP: 5 Partiya Saadetê: 3 Partiya İyi : 4 Partiya Hur Dava: 1 Partiya Vatanê: 3   Ne derbasdar 15