Dîmenên dengên blok ên ku AKP'ê li Rihayê avêtin sindoqan derketin 2018-06-24 18:03:44   RIHA - Li Rihayê dengên blok ên ku namzetên AKP'ê ji bo AKP û Erdogan avetin sindoqan dîmenê wan derket holê.    Dîmenên denên blok ên ku AKP'îyan avêtin sindoqan derket holê. Li Riha û navçeya Rihayê namzetên AKP'ê tevî zilamên xwe yên çekdar bi ser gelek dibistanan de girtin û bi komî deng avêtibûn. Dîmenên ku dema dengên blok davin sindoqê gihiştin Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê. Li Taxa Altindamla ya Halîliyê ya Rihayê li ser sindoqa hêjmar 2006'an kesên li ser sindoqê rûniştine bi komî mohrê li AKP û namzetê Serokomariyê Recep Tayyip Erdogan dixin. Di dîmenan de derket holê ku yek bi yek mohrê li AKP'ê û Erdogan digin. Piştî bi komê ding avêtin û sindoq jimartin ji sindoqê 3 dengên HDP'ê û 155 dengên AKP'ê derket.      Li Dibistana Namık Kemal a Pirsûsê jî çavdêrên Fransiz ji heyeta Solidarité &Liberté Marseille, Annick Samouelian, Marie-Christine Tisseyre, Joel Dutto û Mahmut Erol li baxçeyê dibistanê hatin binçavkirin û piştre serbest hatin berdan. Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî heyeta biyani li herêma Kepezê hatin binçavkirin. Li navçeya Sîweregê li Dibistana Husnu Ozyegin dema rêveberên HDP û DBP'ê ji bo jimartinê çûn dibistanê rastî êrîşa zilamê parlamenterê wekilê AKP'ê Mehmet Kasım Gulpinarê hatin. Di êrîşê de Hevserokê DBP'ê Sedat Çelik ji buruyên xwe birîndar bû.