Ahmet Şik hilbijêra nexweş hilgirt û bir ser sindoqê 2018-06-24 16:40:27   STENBOL – Namzetê Parlamenteriyê yê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik hilbijêrek ku nikaribû di derenceyan de derkeve hilda û bir ser sindoqê.    Li semta Nîşantaşi ya Stenbolê hilbijêrek nexweş ji bo dengê xwe bide, bi girgiroka xwe çû Dibistana Seretayî ya Nîlufer Hatunê. Hilbijêra jin a ku nikaribû di derenceyê dibistanê de derkeve, rawestiya. Di vê navberê de Namzetê Parlamenteriyê yê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik rastî hilbijêra nexweş hat. Şik hilbijêrê li ser sandelyeyê hilda û bir ser sindoqê. Wêneyê Şik ê ku vê hilbijêrê hilgirt, ji aliyê bikarînerên medya civakî ve hat parvekirin.