ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2025'AN 2025-06-08 09:00:12   * Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê Selma Gurkan diyar kir ku banga Abdullah Ocalan û biryara ji aliyê PKK'ê ve hatiye girtin girîng e û got, "Biryara ku PKK'ê daye, argûmanên di dest û zimanê hikûmetê de ji holê rakiriye. Ji ber vê yekê ti hinceteke hikûmetê nemaye."   * DEM Partiyê cara ewil şaredariya Mûşê qezenc kir û ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan ên bajêr dê Meclisa Jinan a Bajar ava bike.    * Li navçeya Qulpê, li şikefta xwê hem xwê tê hilberandin û hem jî welatî ji bo tenduristiyê diçin şikeftê. Kesên diçin serdana şikefta xwê matmayî dimînin.   * Dadgeha Herêmî ya Edeneyê biryara dadgehê ya der barê 3 kesên ku bi çekan êrîşî buroya HDP'ê ya navçeya Yûregîrê kirin de red kir û îdîa kir ku sûcê 'gefa bi çekê' ya li dijî Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Yûregîrê Dûrmaz Ozmen pêk nehatiye.   * Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê û koçberî her diçe zêde dibe, nexweş neçar dimînin bi mehan li benda tedawiyê bimînin. Pisporên tenduristiyê destnîşan kirin divê xizmeta tenduristiyê bi wekhevî, berdestî, bêpere, bi zimanê dayikê, bi qalîte bê dayîn.   * Li Wanê rez û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn.   * Berdevak Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bi boneya Cejna Qurbanê dê li avahiya komeleyê biçe serdana Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê. (12.00)    * DFG, dê li kûçeya Hafiz Akdemîr a Kolana Melîka Ahmetê nûçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr li cihê ku hatiye qetilkirin bi bîr bîne. (17.00)