Heyeta Fransî li Agiriyê hat binçavkirin 2018-06-24 15:51:11   AGIRÎ / ERZIROM – Li Agiriyê du kesên ji Fransayê ji bo şopandina hilbijartinê hatin û wergervanê xwe hatin binçavkirin. Li Erziromê jî 3 rêveberên ÎHD’ê hatin binçavkirin.    Ji Fransayê heyetek ji du kesan pêk dihat ji bo şopandina hilbijartinê hatin Agiriyê. Heyeta ji du kesan pêk tê û wergerê xwe li Agiriyê di nokteya polîsan de hatin binçavkirin. Nehat zanîn heyet ji ber kîjan sedemê hatiye binçavkirin.    Li navenda Erzirom û navçeya wê Tekmanê endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Yavuz Karabudak, Sertaç Ozturk û Erdal Ozakçil ên ku çavdêriya hilbijartinê dikirin hatin binçavkirin. Karabudak û Ozakçil navenda Erziromê û Ozturk jî li Tekmanê hat binçavkirin. Hinceta binçavkirina her sê çavdêran nehat zanîn û nehat hînbûn ew li ku tên ragirtin.