Li Rûbarokê jin yekem car çûn ser sindoqan 2018-06-24 15:48:29   COLEMÊRG - Li bajaroka Rûbarokê ya Colemêrgê ku heta niha mêran li ser navê jinan deng davêt, yekem car jin çûn ser sindoqan û dengê xwe avêt. Jinên ku çûn dengê xwe avêtin sindoqê diyar kirin ku pir kêfxweş in.    Li bajaroka Rubarokê ya Şemzînana Colemêrgê jinan yekem car çûn bi destê xwe dengê xwe avêtin sindoqan. Heta niha di hilbijartinên borî de li gelek gundên derdorê mêran û keya li ser navê jinan deng davêt sindoqan. Li bajaroka Rûbarokê ku heta niha mêran li ser navê jinan deng davêt, jinan yekem car dengê xwe bi xwe avêtin û kêfxweşiya xwe anîn zima.    EM KÊFXWEŞ IN    Li gundê Salarê yê Şemzînanê jinan îrîtaz kirin û bi xwe çûn dengê xwe dan. Jinan diyar kirin ku wan êdî vina wan a ji aliyê mêr ve hatibû desteserkirin bi dest xistin û ji ber vê yekê kêfxweş in.    Li bajaroka Şapatanê ya Şemzînanê jî eleqeya li ser sindoqan zêde bû. Welatiyên gundan cilên  xwe yên gelêrî li xwe kirin û çûn dengê xwe avêtin. Welatî Nebî Koç û Selim Tekin dema çûn dengê xwe bavêjin, bi sedema der barê wan de lêpirsîn heye hatin binçavkirin. Piştre birin midûriyeta polîsan a Şemzînanê.