Li Mûşê dîmenên dengdayîna komî derketin holê 2018-06-24 15:06:01   MÛŞ – Li mezraya Sungu ya navçeya Haskoy a Mûşê dîmenên hilbijêrek AKP’î ku bi komî deng dan derket holê.    Li mezraya Sungu ya navçeya Haskoy a Mûşê dîmenên hilbijêrek AKP’î ku bi komî deng dan derket holê. Namzetê Parlamenteriyê ye HDP’ê yê Mûşê Mensur Işik li ser hesabê xwe yê medya civakî dîmen parve kir. Dîmen de tê dîtin du caran deng dide.    Hat îdiakirin ku li gundên Duzkişla, Tandogan, Şemlak û bajarokên Sungu û Karaagaç yên girêdayî navçeya Haskoyê dengên komî û vekirî dane. Rêveberên HDP’ê agahiyên li vê herêmê pişt rast kirin. HDP li ser van dîmenan îtîrazî desteya hilbijartinê ya bajêr kir.