Birîndarên êrîşa 5'ê Heziranê çûn ser sindoqan û deng dan 2018-06-24 15:05:15   AMED -  Mehmet Ozcan û Ayten Ay, ên di 5'ê Hezîrana 2015'an de beşdarî mîtînga mezin a HDP'ê bûn di êrîşa DAIŞ'ê de birîndar bûn, çûn ser sindoqan û dengê xwe avêtin.      Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) di 5'ê Hezîrana 2015’an de li Qada Îstasyonê (5 Haziran) beriya hilbijartina 7'ê hezîranê mîtînga mezin pêk anîbû. Di mîtîngê de endamên DAÎŞ’ê êrîş kiribûn û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 400 kes birîndar bûbûn. Ji kesên birîndar bûn, piştî roj şûnde li ser sedye û kursiyan çûbûn dengê xwe avêtibûn. Ji kesên bi iranî birîndar bûbûn Mehmet Ozcan û Ayten Ay di vê hilbijartinê de çûn ser sindoqan û dengê xwe avêtin.    Mehmet Ozcan, ên piyê wî şikestibûn û nîşaneyên serkeftinê bilind kiribûn li ser sindoqa 1084'an a Dibistan Karacaag a ÎMKB'ê ya navçeya Rezan dengê xwe avêt. Ozcan, piştî deng avêt diyar kir ku wî dengê xwe ji bo aştî, biratî, edalet û azadiyê avêt. Ozcan, da zanin ku ew dê di her şert û mercan de dengê xwe bavêje sindoqê û xwest her kes biçin ser sindoqê û teqez dengê xwe bidin.    ARAMÎ Û AZADÎ DI DESTÊ ME DE YE     Ayten Ay ê bi giranî birîndar bû û piyekî wî heta bin çongê jê bû jî dengê xwe li sindoqa hêjmar 2024'an a Dibistana Akkoyunlu ya navçeya Peyasê avêt. Ay, diyar kir ku ji bo rojên xweş û aştiyê dengê xwe da û wiha got: “Mifteya rojên xweş û aram di destê me de ye. Bila her kes destê xwe dîne ser wîcdanê xwe. Bila her kes biçin ser sindoqan û deng bidin. Êdî dawî li vê zilmê bînin."