Xizmên Yildiz ê AKP'î li Pirsûsê HDP'î kêr kirin 2018-06-24 14:39:41   RIHA - Namzetê AKP'ê yê Rihayê û parêzvanên wî li Pirsûsê li endamên HDP'ê dan û HDP'iyek kêr kirin.    Namzetê AKP'ê yê parlamenteriyê Îbrahîm Halîl Yildiz û parêzvanên wî ku di 14'ê Hezîranê de ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştibûn û 3 kes birîndar kiribûn, li navçeya Pirsûs a Rihayê hem li ser dibistanan dengên bi komî bikar anîn û em jî HDP'îyek kêr kirin. Nûçegîhana Ajansa me ya Mezopotamya Arjîn Dîlek Oncel jî rastî êrîşa parazvanên Yildiz hat.    Namzetê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz û zilamên wî piştî serê sibê li dibistanan geriyan û dengên bi komî avêtin, niha jî êrîşî peywirdarên sindoqan ên HDP'î kirin. Zilamên Yildiz vê carê êrîşî wezîfedar û endamên HDP'yî yên li Dibistana Navîn a Mehmet Akîf Îmam Hatîp, Lîseya Pîşeyî ya Endustrî û Dibistana Seretayî ya Hurriyetê kirin. Çekdarên Yildiz êrîşî HDP'yî û wezîfedarên li ber hîleyan rabûn, kirin. Xizmên Yildiz ê AKP'yî li Lîseya Keçan a Îmam Hatîp kêr li hilbijêrên HDP'iyan xistin û HDP'îyek kêr kirin.    Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya (MA) Arjîn Dîlek Oncel ku ji bo şopandina nûçeyê çû wê dibistanê, bû hedefa gefa êrîşa Yildiz ê AKP'yî û xizmên wî.   Yildiz û zilamên wî di 14'ê Hezîranê de bi ser dikana Esnaf Şenyaşar de girtibûn. Di êrîşa zilamên Yildiz de ji malbata Şenyaşar bav Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar bi 23 guleyan û lîncê li nexweşxaneyê hatibûn kuştin.