Rêyên 17 gundên Erdexanê hatin girtin 2017-10-17 11:58:10 ERDEXAN - Li Erdexanê yekemîn berfa demsala payizê bariya. Bi barîna berfê re rêyên 17 gundan li çûn û hatinê hatin girtin.  Li bajarê Erdexanê yekemîn berfa demsala payizê bariya. Bi barîna berfa payizê re rêyên 17 gundan li çûn û hatinê hatin girtin. Ji ber berfa zêde rêya navbera Erdexan û Posofê jî hat girtin. Li gori daxuyaniya Şeftiya Şaxa 182'an a Rêyên Bejayî li derdora Çiyayê Ilgarê rê hatiye girtin. Ji bo vekirnia rê yekîneyên rêyên bejayî xebatê dikin.