Yildiz û xizmên xwe li 6 dibistanên Pirsûsê dengên blok bikar anîn 2018-06-24 14:06:04   RIHA - Namzetê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz li gel zilamên xwe yên çekdar herî kêm li 6 dibistanên cuda yên Pirsûsê, peywirdarên sindoqan derp kirin û dengên blok bikar anîn. Li hewşa Dibistana Seretayî ya Bîlge jî pûsulayên dengan hatin bidestxistin.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê  Namzetê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz li gel dehan zilamên xwe yên çekdar herî kêm li 6 dibistanên cuda, peywirdarên sindoqan derp kirin û dengên blok bikar anîn. Hat diyar kirin ku Yildiz û zilamên xwe yek bi yek li ser dibistanan geriyan û di lehê Erdogan de dengên blak bikar anîn. Hat zanîn ku ewil dest danîne ser telefonên rayedarên sindoqan û dengên komî avêtine. Hat diyar kirin ku Yildiz û zilamên xwe li dibistanên Cumhuriyet, Hurriyet, Ataturk, Bilge, Suleyman Şah û Lîseya Anadolu ya GAP'ê geriyane û rayedarên sindoqan ên HDP'î darp kirine. Pişti peywirdar derxistin derve dengên komî bikar anîne.    BERPISIYORÊ AVAHIYÊ ASTENG KIRIN   Hat zanîn ku li Dibistana Hurriyetê li ser sindoqa hêjmar 1111, 1112 û 1109'an dengên blok bkar anîn. Wekilê AKP’ê Îbrahim Halîl Yildiz û 200 zilamên xwe li gel polîsên tîmên taybet ketin dibistanê hemû kes derxistin derve û bi komî deng avêtin. Birayê Îbrahim Halil Yildiz jî rayedarên sindoqê asteng kirine û destûr nedaye dengê xwe bikin.    LI SER NAVÊ MIN KESÊN DIN DENGÊ MIN AVÊTIN E    Hilbijêrê sindoqa 1112'an ê Dibistana Hurriyetê Mehmet Suslu, jî diyar kir ku ji Stenbol ji bo deng bide hatiye, lê dema çûye ser sinqodê dîtiye ku dengê wî û mabata wî ji aliyê hin keksên din ve hatiye avêtin. Suslu, da zanin ku malbata wî ne li Pirsûsê ye, lê li ser navê tevan deng hatiye avêtin.    POLÎS Û MIROVÊN BI ÇEK KETIN DIBISTANÊ    Li Dibistana Hurriyetê peywirdarê Sindoqa hêjmar 1111 Recep Ozberk jî diyar kir ku ji aliyê polîs û kesên çekdar ve hatiye tehdît kirin u got: "Ez serê sibê çûm dibistanê. Min hemû pusula jimartin. Di sindoqa min de 330 pusula hebûn. Piştî çeng kesan hatin dengê xwe avêtinê Wekîlê AKP’ê Îbrahim Halil Yildiz, zilamên wî û  gelek polîs hatin ketin polê. Min xwest mudaxale bike. Bertek nîşan dan. Pusula tev girtin û deng bikar anîn.    Li hewşa Dibistana Bilge jî gelek pusulayên dengan ê tê gotin aydi Yıldızan e hatin bi dest xistin. Polisan dest danî ser girtekê û pusulayên dengan.    Navenda Koordînasyona hilbijartinê ya HDP û CHP'ê diyar kirin ku li taxa Uluhanê ya navçeya Haliliye û Taxa Kepirhisarê ya Hîlvanê peywirdarên li ser sindoqan hatine darpkirin û bi komî deng hatine avetin. Endamê Meclisa CHP'ê Mehmet Ali Çelebî jî diyar kir ku li 30 taxên Rihayê peywirdarên sindoqan hatine darpkirin.