25 kîlo mîtro rê meşiyan û dengên xwe dan 2018-06-24 13:57:35   COLEMÊRG – Li Colemêrgê gundiyên ku sindoqên wan hatin veguhezandin, çûn ser sindoqê û dengê xwe dan. Ji gundê Walto yê bi ser Colemêrgê ve gundî 25 kîlo mîtrlo rê çûn û xwe gihandin ser sindoqê.    Li Çolemêrg û navçeyên wê her çiqas sindoq ji aliyê YSK’ê ve hatin veguhezandin jî, lê hilbijêr çûn dibistanan û deng dan. Hin welatî ji duh êvarê ve çûn gundên wê lê deng bidin û hin welatî jî vê sibê derketin rê. Welatiyên wesayît nedîtin jî meşiyan û xwe gihandin ser sindoqan.    Sindoqên gundên Talê, Walto, Keha Kilîla û Çemê Bedel nêzî hezar û 200 dengdêr çûn gundê Dizê ku sindoqê wan lê hatine avakirin. Welatiyan bi beşdariyek mezin eleqe nîşanî dengdayînê da. Welatiyan diyar kir ku ew nêzî 25 kîlo mîtro rê meşiyane û ji bo aşît û edaletê hatine deng xwe didin.