Ji melayê îstîsmarkar 32 sal ceza dixwazin 2017-10-17 11:41:24 AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê meleyê îstîsmarkar Y.O. yê li Kursa Quranê li dijî zaroka 12 sali H.Î. îstîsmara zayendî kir û hat girtin doz vekir. Dozger heta 32,5 salan cezayê girtîgehê xwest.  Serdozgerê Komarê yê Amedê, der barê Meleyê Mizgefta Îhlasê ya Gundê Tepe yê Navçeya Bismila Amedê Y.O. de bi sedema "erka wî tune ders daye" û "li dijî 5 zarokan îstîsmara zayendî kiriye" doz vekir. 5 zarokên rastî îstîsmaraza zayendî hatin û piştre îfadeya xwe paşve kişandin jê 4 zarok dê weki "Şahit" tev li rûniştina dozê bibin û bên guhdarkirin. Di nava zarokên rastî îstîsmarê hatin de zaroka 12 salî H.İ., jî heye. Dozger piştî îdianame amade kir radestî 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kir. Dozger di îdîanameyê de bi îdîaya li dijî zarokên ji 15 salî biçûktir sûcê "îstîsmara zayendî" kiriye û "zarok ji huriyeta wê dûr xistiye" der barê Mele Y.O yê 32 salî ku di 9'ê Tîrmehê de hat girtin ji 16 sahan heta 32,5 salan cezayê girtîgehê xwest.    MELE DI TÎRMEHÊ DE HATIBÛ GIRTIN   Li Bajaroka Tepê ya Bismila Amedê, meleyê bi navê Y.O. ku bêyî rayeya wî ya dersdayînê hebe dersa Qur'anê dida, zarokên li qursê îstismar kiribû. Mele Y.O. telefonekê ji xwendekarekî diçe qursê kirîbû û li ser vê gumanên malbatê çêdibûn. Malbatê telefonê raçav kiribûn. Malbat di telefonê de peyamên Y.O. ditibû û giliyê mele kiribûn. Di 8'ê Tîrmehê de Y.O. radestî Qereqola Cendirmeyan a Tepeyê hatibû kirin. Dema zaroka 12 salî H.Î ku îstismara zayendî lê hat kirin di refaqetiya pedagog de îfade dabû. H.Î., diyar kiribû ku zarokên jin ên bi navê M.K., R.A., K.A. û Y.Î, bi dehan caran rastî îstîsmara zayendî ya mele hatiye. Derket holê ku Y.O. zarokê îfade da û 4 hevalên wî îstismar kiriye û ji ber ku zarok tirsiyaye ji kesî re negotiye.  Piştî îfadeyan Y.O. hat girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.    Rûnişa dozêdê di 14'ê kanûnê de bê dîtin.    MA / Deniz Tekin