Serokê YSK’ê ji bo Pirsûsê daxuyanî da 2018-06-24 12:52:37   ENQERE – Li ser berteka zêde ya li dijî ku li Pirsûsê deng bi komî hatin bikaranîn Serokê YSK’ê Sadî Guven daxuyanî da û got: “Ji bo kar û barên adlî û îdarî dest bi hewldanan hatiye kirin.”    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê alîgirên namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz bi komî deng avêtin sindoqan. Ev yek rastî bertekên tund hat. Li ser vê bertekê Serokê Desteya Hilbijartina ya Bilind (YSK) Sadî Guven neçar ma daxuyanî bide. Guven got: “Li Pirsûsê der barê sindoqan de îdia hene. Der barê van idiayan de hewldanên hewcedar ên îdarî û edlî hatin destpêkirin.”