Buldan: Vê dibistanê oxir anî 2018-06-24 12:52:20 STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li dibistana Mevlana ku berê Selahattîn Demîrtaş lê dengê xwe avêtibûyê deng da û got: “Min ji bo Tirkiyeyek demokratîk deng da. Vê dibistanê oxir anî.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, li ser sindoqa hêjmar 1147 a Dibistana Mevlana ya Navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê dengê xwe avêtê. Berê jî Selahattîn Demîrtaş dengê xwe li vir avêtibûyê. Buldan li pêş dibistanê bi girseyî û dirûşmeyên “Selo Başkan” hat pêşwazî kirin. Buldan, ewil gel slav kir û piştî çû dengê xwe avêt daxuyanî da. Buldan wiha got: “Pişti kampanyek pir zêde em îro bi hevî û kelecan li benda êvarî ne. Em îro hatin 24'ê Hezîranê. Me kampanyayek bê qeza û bê belav derbas kir. Em hêvîdarin ku hilbijartin jî wisa derbas bibe. Em ji hemû kesên ku ked dane re spas dikin. Îro eleqeyek gelek mezin heye. Em îro pêşeroja Tirkiye erê dikin. Ez hêvi dikim ku hilbijartinek Demokratik û aram derbas bibe. Ez bawer dikim ku dê her kes bi vîna xwe ya azad biçe ser sindoqê û bi vîna xwe ya azad deng bidin. Divê kes mudaxaleyî tu kesî neke. Bila her kes bi vîna xwe ya azad dengê xwe bide. Ji bo me pêşeroja Tirkiye girîng e. Ez hevî dikim ku hilbijartinek demokratîk be. Em îro pêşeroja Tirkiyeya Demokratîk erê dikin. Divê îro her kes biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin. Ji her kesî re quwet be."   Buldan bal kişand dibistana ku deng lê avêt û wiha got: "Li vê dibistanê Namzetê me yê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş di 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de dengê xwe dabû. Lê Demîrtaş niha li girtîgehê ye. Vê dibistane oxir ji mere anî û em dê li şûna Demîrtaş vê rêçê berdewam bikin. Piştre bi sedan kesên kom bûn dirûşmeyên “Em HDP  em biçin meclîsê" berz kirin.