Bi sedyeyê çû ser sindoqê 2018-06-24 12:46:12   ÊLIH – Li Êlihe deng dayîn dewam dike. Li gelek dibistanan tevî hemû zoriyan jî nexweş û extiyar diçin deng dayînê.    Li tevahiya Êlihê deng dayîn dewam dike. Li dibistanan qelebalix zêde dibe. Bi taybetî nexweşên nav nivînan jî diçin dibistanan û deng didin. Nexweşan bi ambulansan vediguhezînin deng dayînê. Welatiyên nexweş ên ambulans nabînin jî li gorî derfetên xwe diçin dibistanan.    BI BIRÎNDARÎ ÇÛ SER SINDOQÊ    Kubra Yoksu ya 19 salî ku di rojên derbasbûyî de qezaya trafîkê derbas kir û derman dibe çû ser sindoqê û deng da. Yoksu ji taxa Cudî bi ambulansê çû Dibistana Seretayî ya Yavuz Selîmê û dengê xwe da.    Dayika Aştiyê Ferha Yildirim a 75 salî jî ji çû dengê xwe da û got ku dê îro bibe roja aştî û azadiyê û ji bo siberoja zarokên xwe çûye ser sindoqê.    NASNEMEYÊN HEYETA BIYANÎ  KONTROL DIKIN    Li Lîseya Anadolu ya taxa Petrolê ya Êlihê polîsan dengê xwe da.  Hat zanîn ku piştî polîsan deng da “belgeya 142” radestî endamên desteya sindoqan nekirin e.    Li aliyê din heyeta biyanî ku ji derveyî welat ji bo şopandina hilbijartinê hatin Êlihê li dibistanan çavdêriyê dikin. Heyeta biyanî her dibistana ku diçinê rastî lêgerîna polîsan tên. Polîs nasnameyên endamên heyetê kontrol dikin.