Şaredarê AKP’î gef li peywîrdar û namzetê HDP’ê xwar 2018-06-24 11:56:35   MÊRDÎN – Namzetê HDP’ê yê Mêrdînê Dîlaver Înal diyar kir ku Şaredarê navçeya Rişmil Hayrettîn Demîr li peywîrdarên sindoqan zext dike û gef li peywîrdaran xwariye.    Hat diyar kirin ku Şaredarê navçeya Rişmil a Mêrdînê Hayrettîn Demîr yê AKP’î li ser hemû sindoqan geriya û peywîrdarên sindoqan tehdît kiriye. Namzetê Parlamenteriyê yê HDP’ê yê Mêrdînê Dîlaver Înal der barê mijarê de agahî dan û got: “Serok şaredar Demîr, rêbazên hilbijartinê binpê dike. Demîr gotiye ku ‘Ji bo yên ne li vir in jî wê deng bê dayîn. Li vir wê dengê min derkeve. Hûn edetê nû tînin gundê kevn?’ Bi van gotinan gef li peywîrdaran xwariye.”    GEFA ‘TU KÎ YÎ’ LI NAMZETÊ HDP’Ê XWAR    Înal da zanîn ku ji bo ew mudaxeleyî rewşê bike çûye navçeyê û Serokê Şaredariyê Demîr bi gotinên “Tu kî yî?” gef lê xwariye.    Li aliyê din li Mêrdîn û navçeyên leşker û polîsan tedbîrên mezin li derdora dibistanan girtin. Leşker û polîs li ser welatiyan lêgerînê pêk tînin û dem bi deman nasnameyên welatiyan kontrol dikin.