Pêşmerge ji Germiyanê jî reviyan 2017-10-17 11:15:00 SILÊMANÎ -  Pêşmergeyên PDK’ê piştî Kerkûk, Mexmûr û Şengalê dest ji herêma Germiyanê jî berdan û reviyan.  Hewldanên PDK’ê yên ku axa Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê dide hêzên Heşdî Şabî didome. PDK ya ku duh Kerkûk, bi şev jî kozikên xwe yên li Mexmûr û Şengalê radestî Heşdî Şabiyê kir, îro dest ji herêma Germiyanê jî berdan û reviyan. Hat ragihandin ku PDK’ê Xaneqîn û derdora wê bêyî ku şer bike radestî Heşdî Şabiyê kiriye.   GERMIYAN KU DER E?   Herêma Germiyanê ya ku girêdayî Silêmaniyê ye, herêma herî mezin a Başûrê Kurdistanê ye. Germiyan sînorên xwe bi Iraq û Îranê heye. Li derdora wê jî bajarokên bi navê Kelar, Çemçemal, Dûzxûrmatû, Kerkûl, Kifrî û Perwîsxan heye.  Li gorî texmînan nêzî milyonek nifûsa wê heye û 185 kîlometreyan dûrî Silêmaniyê ye.