Şik dengê xwe da: Em ê ji vê mafayayê xelas bibin 2018-06-24 11:02:30   STENBOL – Namzetê Parlamenteriyê yê HDP’ê yê Stenbolê rojanmeger Ahmet Şik dengê xwe bikar anî. Şik got: “Îro em ê ji vê mafyayê rizgar bibin. Ne hewceye em tiştekî zêde bêjin.”    Namzetê Parlamenteriyê yê HDP’ê yê Herêma 2’yemîn ê Stenbolê rojanmeger Ahmet Şik, li Lîseya Anadolyê ya Teknîk û Pîşeyî ya Findikliyê di sindoqa 1197’an de dengê xwe bikar anî. Ahmet Şik û hevjîna xwe bi hev re çûn ser sindoqê. Şik piştî dengê xwe bikar anî axivî û got: “. Bi rastî jî demek ku wê roja me ronî bike dest pê kir. Ez bi bawerim wê her tişt xweş bibe. Îro em ê ji vê mafyayê rizgar bibin. Ne hewceye em tiştekî zêde bêjin.”